Ji hinek bajarên Kurdistanê di meha yekê de 257 mîlyon dolar îxracat kirin
PeyamaKurd – Ji bajarên başûrê bakûrê Kurdistanê, di meha yekê ya sala 2022 an de, ji bo 128 welatî bi temamî bi miqdarê 257 mîlyon û 321 hezar dolarî îxracat hat kirin. Ragihandin ji aliyê serokê yekîtiya îxracatvanan ku navenda wê bajarê Entabe, Mahsum Altunkaya de hat kirin.
Mahsum Altunkaya her weha ragihand ku wê di navbera 13-17 ê sibatê de li Dûbaiyê Fûara Gulfood çêbibe û ji seranserê welat 182 û ji Entabê 27 marka tevlî bibin.
Altunkaya rêjeyên giştî yên sala 2021 ê jî ragihand û got ji Entabê 2 mîlyar û 952 mîlyon dolarî mal şandine derveyê welat. Ev reqema îxracatê li seranserê Tirkiyê di navbera 9-10 mîlyar dolarî de ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin