Ji Îmaratê vexwendnameya fermî bo Nêçîrvan Barzanî
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 3yê Gulanê pêşwazî li Konsolê Giştî yê Îmarata Erebî ya Yekgirtî yê Hewlêrê Ehmed Îbrahîm El Zahrî kir.
Hat ragihandin ku di hevdîtinê de konsolê giştî yê Îmaratê silav û rêzên Emîrê Îmaratê Ebû Zebî gihand Nêçîrvan Barzanî û vexwendnameya fermî ya Cînişînê Ebû Zebî, Şêx Muhemed bin Zayed al Nehyan û cîgirê fermandeyê giştî yê hêzên çekdarên Îmaratê bo serdana Îmaratê radestî Nêçîrvan Barzanî kir.
Herwiha hat diyarkirin ku şêxê Îmaratê di vexwendnameyê de pêşxistina pêwendiyên Kurdistanê ligel Îmaratê di hemû waran de dupat kiriye.
Nêçîrvan Barzanî jî silav û rêzên xwe bo Şêx Muhemed bin Zayd al Nehyan şand û ligel spasdariyê kêfxweşiya xwe bo vexwendina Îmaratê nîşan de û got, di demeke guncaw de ew dê serdana Îmaratê bike û pêwendiyên Herêma Kurdistanê Îmaratê ligel serkirdayetiyên Iraq û Kurdistanê bilind nirxand.
Di beşeke din a hevdîtinê de pêşhatên dawî yên Iraqê, hilbijartinên pêşwext û girîngîpêdana pêwendiyên aborî û bazirganî yên Kurdistanê ligel Îmaratê hatin gotûbêjkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin