Ji Îranê bo Amerîkayê: Em ê car din balafira we bixînin
PeyamaKurd- Fermandarê hêzên deryayî yê Îranê Huseyîn Hanzadî bi sedema ku balafira bê mirov ya Amerîkayê xistibûn ragihand ku ew bo Amerîkayê bersiveka tund bû û ger car din ew bikevin nava seha Îranê ya hewayî, dê heman bersivê bidinê.
Li gor ajansa Fars ya Îranê Hanzadî weha got: “Amerîka balafira xwe ya bi teknolojiya herî dawî şand herêmê û dît ku çawa ket. Em aşkera dibêjin eger heman tiştê dubare bike, ew bersiva ku bo dijmin hat dayîn dê bê dubarekirin. Dijmin vêya dizane.”
Îran dibêje ku balafira Amerîkayê ya bê mirov ketiye nav seha wan ya hewayî lê Amerîka bi eksa wan dibêje ku balafira wan di seha hewa navdewletî de difiriya lê Îranê lê xist. Trump biryara xwe bo lêxistina çend beregehên Îranê dabû, balafirên wan bi hewa ketibûn lê berya ku tiştekî biqewime, Trump biryara xwe guhertibû bi sedema ku dê 150 kes di bobamdimanan de bimrin, balafiran dagerandibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin