Ji Iraqê razîbûna peymana berevaniyê ya bi Amerîkayê re!

17 August 2023 10:39 0 dîtin
Ji Iraqê razîbûna peymana berevaniyê ya bi Amerîkayê re!

PeyamaKurd – Konseya Ewlekariyê ya di bin rêveberiya Bexdayê de peymana parastina stratejîk a hevpar a bi Amerîkayê re pejirand.

Serokwezîrê Hikûmeta Bexdayê Mihemed Şîa El Sûdanî, roja Duşemê serpereştiya civîna Encûmena Asayişa Niştimanî kir, ku tê de rêkeftina ligel Amerîka hat gotûbêjkirin.

Berdevkê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar Yehya Resûl ragihand, di civînê de pêşhatên heyî yên ewlekarî, kêşe û pêngavên stratejîk ên ji bo çareser kirina wan hatine gotûbêjkirin.

Piştî civînê hat eşkerekirin, Encûmena Asayişa Rêveberiya Bexdayê rêkeftina ku şanda Iraqê li ser avakirina komîteyeke bilind a hevbeş ligel Amerîkayê îmze kiriye, pesend kiriye.