Ji Îsraîlê ji bo agirbest û operasyona Refahê biryarên nû: Gelo wê Xeta Sor derbas bike?

12 May 2024 13:22 0 dîtin
Ji Îsraîlê ji bo agirbest û operasyona Refahê biryarên nû: Gelo wê Xeta Sor derbas bike?

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku kabîneya şer a Îsraîlê du biryarên nû li ser operasyona bajarê Refahê yê Şerîda Xezzeyê û berdewamkirina danûstandinên agirbestê bi Hemasê re wergirt.

Li gorî medya Îsraîlê ku dispêre du çavkaniyên ewlekariyê yên Îsraîlê, di civîna kabîneyê de fermana berdewamkirina muzakereyên agirbestê hatiye dayîn û herwiha li ser operasyona bajarê Refahê jî ferman bo artêşê hatiye dayîn ku operasyon bi awayekî sînordar berdewam bike.

Li gorî nûçeya Axiosê, wê Îsraîlê ‘xeta sor’ a ku Serokê Amerîkayê Joe Biden bo Îsraîlê daniye derbas neke.

Hêjayî gotinê ye, piştî Îsraîlê dest bi operasyona Refahê kiribû Amerîkayê hin alîkariyên leşkerî yên bo Îsraîlê rawestandibûn.

Artêşa Îsraîlê rêya sereke ya nîvê rojhilat û rojavayê Refahê û deriyê sînor ê ‘xeta sor’ dorpêç dike xisti kontrola xwe.