Ji Konsûlxaneya Amerîka ya Hewlêrê hisyarîya guherîna avhewayê…

24 September 2023 16:05 0 dîtin
Ji Konsûlxaneya Amerîka ya Hewlêrê hisyarîya guherîna avhewayê…

PeyamaKurd - Konsulxaneya Amerîka ya Hewlêrê bi daxuyaniyekê hişyariya guherîna keşûhewayê da û ragihand, Iraq li hember guhertinên avhewayê welatekî gelekî lawaz e.

Di daxuyaniyê de hat gotin, guhertinên avhewayê guvaşeke cîhanî ye, bi taybet jî li Iraqê hest pê tê kirin ku welatekî gelek lawaze li hember wan guhertinên avhewayê. Çolbûn û hişkesalî û guhertinên demsalî gelek encamên guhertinên avhewayê ne.

Hate diyarkirin, bandorên guhertinên avhewayê gelek ronî ye li ser asta nizimbûna rûbaran û zêdebûna rêjeya çolbûnê.

Di sala 2020an de, Encûmena Mirovî ya Enkawe bi piştgiriya ajansa Amerîkayê ya ji bo pêşxistina navnetewî (USAID)ê hate damezrandin û armanca damezrandina wê bihêzkirina rêveberiya rêxistin û pêşxistina şiyanên karmendan, piştgiriya ji bo rûniştvanên kêmderamet bû. Encûmena Mirovî ya Enkawe hemahengîya projeyên guhertina avhewayê li gel rêxistinên cuda re dike.

Konsulxaneya Amerîkayê bal kişand ser ku di sala 2022yan de, ji bo çareserkirina peyrewkirina guhertinên avhewayê Encûmena Mirovî ya Enkawe hevkarî ji cotkarên parêzgeha Duhokê re kir û bi rêya nasandina teknîkên dostênjîngehê û rêyên modern ve. Encûmena Mirovî ya Enkawe cotkar kirin xwedî hişmendiya bo tekoşîna li hember guhertinên avhewayê û herwiha zêdekirin û bilind kirina berhem û dahatê ji bo bidestxistina paşerojeke berxwedêrtir.