Ji Kurdistanê 2 bajar wekî bajarên dahêner ên Cîhanê hatin nîsandan
PeyamaKurd - UNESCO ji Başurê Kurdistanê Silêmanî wek bajarê dahênerê edebî,ji Rojhilatê Kurdistanê jî bajarê Sînê wek bajarê dahênerê mûzîkê nişan da.
Di roja cîhanî ya bajaran de ku her sal di 31ê Cotmehê de tê lidarxistin, rêxistina UNESCOyê 66 bajarên cîhanê xiste nav lîsta bajarên dahêner ên cîhanê. Di nava lîsteya ku 66 bajar di nav de cih digire de ji Başûrê Kurdistanê Silêmanî û ji Rojhilatê Kurdistanê Sine jî di vê lîstê de ne.
Rêxistina UNESCo ya ser bi Netewên Yekgirtî ve, bajarê Silêmaniyê weke bajarê dahêner di warê Edebiyatê de û bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê jî weke bajarê dahêner di warê muzîkê de, weke du bajar ji 66 bajarên dahêner li ser asta hemû cîhanê destnîşan kiriye.
Bajarê Silêmaniyê di sala 2012an de ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve weke paytexta rewşenbîrî li Herêma Kurdistanê hat destnîşankirin. Bajarên ku dibin endamên bajarên dahêner di lîsta UNESCOyê de, dive pabendî stratejiya pêşxistina rewşenbîriyê û cîbicîkirina wê bi baştirîn şêwe bin.
Sine jî weke paytexta muzîka Kurdistanê tê naskirin û bi dehan hunermendên mezin ên weke Nasir Rezazî, Mezher Xaliqî, Grûpa Kamkaran, Seîd Ferecpûrî, Grûpa Endelîbiyan û gelek grûp û hunermendên din ji vî bajarî rabûne û ketina nav cîhana muzîka Kurdî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin