Ji lîderên Ewropayê plana çekdarkirina YE û Ukraynayê: Wextê wê hatiye

06 March 2025 19:12 0 dîtin
Ji lîderên Ewropayê plana çekdarkirina YE û Ukraynayê: Wextê wê hatiye

PeyamaKurd – Beriya Lûtkeya Berevaniyê ya Ewropayê, lîderên Ewropayê li ser plana çekdarkirina Ewropayê, li Brukselê daxuyanî dan raya giştî.

Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen, plana biçekkirina Yekîtiya Ewropa û Ukraynayê eşkere kir. Leyen ragihand ku wê 800 milyar Euro ji bo çekdarkirina YE û Ukraynayê bê veqetandin.

Li Civîna Serokên YEyê li Brukselê, SerokaêKonseya YEyê Antonio Costa got ku ewlekariya Ewropayê û Ukraynayê ji hev nayên veqetandin û divê her du jî bên xurtkirin.

Serokê Ukraynayê Vladimir Zelenskiy, ji bo piştgiriya xurt spasîya lîderên Ewropayê kir û got ku em hest pê dikin ku ne tenê ne.

Seroka Parlemena Ewropayê Roberta Metsola jî diyar kir, êdî wextê wê hatiye ku Ewropa li ser lingên xwe xwe bisekine û piştgirî tenê ne bi gotinê be.

Herwiha Serokwezîrê Polonya Donald Tusk jî hişyariyek da Rûsyayê û got, "Em bi awayekî eşkere xurttir in" û Rûsya dê di pêşbaziya çekdarkirinê de têk biçe.

Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz jî diyar kir ku divê Ukrayna neçar nemîne ku aştiyeke li ser wan hatiye ferzkirin bipejirîne û li şûna wê, divê aştiyeke dadmend hebe ku serwerî û serxwebûna Ukraynayê misoger bike.