Ji Marotto peyama salvegera Komkujiya Singalê: Wê hesab bidin!
PeyamaKurd – Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê Colonel Wayne Marotto, bi boneya salvegera Komkujiya Şingalê ya ser Êzidiyan peyamek belav kir.
Marotto di peyama xwe ya li ser medya civakî belav kir de got, “Îro salvegera 7an a hovîtiya dijî xelkê êzidî hatiye kirin e. Em qurbaniyên komkujiyî bibîr tînin û hevkariya xwe ya ligel gelê Êzidî tekez dikin.”
Marottto di dewamê de diyar kir: “Hevpeymanî, heta têkdana mayînde ya DAIŞê bi dest bîne, wê bi şirîkên xwe ve êrîşên dijî terorîstan bidomîne. Her kî li ser navê DAIŞê tawan kiribe, wê hesabê wê bide.”
Daesh is responsible for crimes against humanity & ethnic cleansing. Today marks the 7th anniversary of Daesh atrocities perpetrated against the Yezidi people. We stand in solidarity w/the Yazidi community to honor the victims of the massacre.
— OIR Spokesman Col. Wayne Marotto (@OIRSpox) August 3, 2021

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin