Ji Mehmet Sîmsek daxuyaniya biryara AYMê ya bo HDPê

21 June 2023 17:21 0 dîtin
Ji Mehmet Sîmsek daxuyaniya biryara AYMê ya bo HDPê

PeyamaKurd - Wezîrê Xezîne û Darayî yê Tirkiye Mehmet Şimşek li ser biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê (AYM) a redkirina destdanîna ser pereyên alîkariya xezîneyê yên HDPê daxuyanî da.

Mehmet Şîmşek, berî civîna koma AK Partiyê ya parlamentoyê bersiva pirsên rojnamevanan da û li ser pirsa biyara Dadgeha Destûrê ya derbarê alîkariya xezîneyê ya ji bo HDPê got, “Yekîneyên me yên peywendîdar xebatên pêwîst dikin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê daxwaza astengkirina alîkariya xezîneyê ya ji bo HDPê ku ji aliyê Serdozgeriya Dadgeha Bilind ve hatibû kirin red kiribû û gotibû, pêwîstî bi blokekirina pereyên alîkariyê yên HDPê nîne.

Li aliyê din doza girtinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dewam dike û ji ber wê dozê jî bi navê Partiya Çepên Kesk (Yeşil Sol Parti) beşdarî hilbijartinên 14ê Gulanê bûbû.