Ji Mesrûr Barzanî peyama sersaxiyê bo Prof. Joyce Blau
PeyamaKurd – Serkowezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser koça dawî ya zimannas, nivîskar û pispora ziman û edebiyata Kurdî ya damezrînera Enstîtuya Kurd li Parîsê Profesor Joyce Blau, peyameke sersaxiyê pêşkeşî malbat, keskûkar û dostên Blau kir.
Mesrûr Barzanî got, “Ji bo wefata zimannas û nivîskar û şarezaya ziman û edebiyata Kurdî û damezrînera Enstîtuya Kurd li Parîsê Profesor Joyce Blau, ez ji dil serxweşiyê li binemal û kesûkar û dost û nasên wê dikim.”
Serokwezîr Barzanî anî ziman, “Xanim Joyce Blau dosteke dilsoz a gelê Kurdistanê bû, ku bi rêya berhem û lêkolîn û çapkiriyên xwe xizmeteke zêde ji bo ziman û edebiyat û çanda Kurdî kiriye. Xudayê mezin canê wê bi behiştê şa bike û sebir û hedarê bi hemiyan bide.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin