Ji Nêçîrvan Barzanî daxuyaniya zincîre êrîsên DAISê: Zengila metirsîyeke cidî ye…
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li ser êrîşên şeva borî yên DAIŞê ku li çend parêzgehên Iraqê pêk hatin û hejmarek kes hatin kuştin peyamek belav kir. Nêçîrvan Barzanî got: “Êrîşên DAIŞê zengila metirsiyeke cidî ye, divê bi cidî helwest li ser were nîşandan û bersiva yekalîker were dayîn.”
Nêçîrvan Barzanî diyar kir: “Zincîre êrîşên şeva derbasbûyî li deverên parêzgehên Bexda, Diyala, Selahedîn û Kerkûkê li ser hêzên çekdar û polîsên federaliyê Iraqê ku di encamê wan êrîşan da 7 şehîd û zêdetir ji 20 birîndaran hebûn, zengila metirsiyeke cidî ye.”
Serokê Herêma Kurdistanê da xuyakirin: “Tevger û bihêzbûna DAIŞê û berfirehbûna kiryar û êrîşên wê, yên li ser asayîş û seqamgîriya tevaya Iraqê gefek rasteqîne ye ku pêdivî ye bi awayekî cidî helwest li hember wan gefan bêne wergirtin û bersivek cidî bêne dan.”
Di dewamê Nêçîrvan Barzanî diyar kir: “Ji bo rûbirûbûna wan êrîşên DAIŞê, pêdivî ye alîkarî û hevahengiyek çalaktir di navbera leşker û hêzên çekdar û Pêşmerge û saziyên emnî yên Iraq û Herêma Kurdistanê de hebe. Herwiha pêdivî ye piştgiriya Hevpeymaniya Navdewletiya dijî DAIŞê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê berdewam be.”
Nêçîrvan Barzanî got: “Rewşa emnî û siyasî ya Iraqê, hevkarî û karê hevbeş ji tevaya hêz û aliyên Iraqî tê xwestin ku hemû bi hev re vê rewşa dijwar derbas bikin û êdî rewşa aloz ya siyasî nebe sedema têkçûna asayîş û seqamgîriyê û zêdetir bihêzbûna DAIŞê.”
Di dawiyê de jî Nêçîrvan Barzanî, ji bo malbat û kesûkarên şehîdan sersaxî xwest û got, “hevsoz û hevxemê wan im, hêvîdar im hemû birîndar zûtirîn dem çak bibin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin