Ji Nûnerê Rûsya daxuyaniya hebûna hêzên Tirkiyê li Sûriyê û mercên asayîbûna bi Esed re
PeyamaKurd - Nûnerê taybet ê serokê Rûsyayê bo Sûriyeyê Aleksander Lavrentyev, li ser hebûna hêzên Tirkiyê li nav erda Sûriyeyê axivî.
Lavrentyev got ku di mijara vekişîna artêşa Tirkiyê ji Sûriyeyê de ti pêşketin çênebûne û destnîşan kir: "Hebûna wê li Sûriyeyê, normalîzekirina têkiliyên Sûriye-Tirkiyeyê asteng dike."
Lavrentyev diyar kir: “Ti pêşketin tune ne. Tirk bi awayekî nefermî radigihînin ew jê re amade ne û naxwazim yekîneyekê li wir bihêlin. Wê di şert û mercên guncaw de amade bin hêzên vekişînin. Lê gelo ev şert û mercên guncaw çi ne?”
Lavrentyev li ser asayîkirina pêwendiyên Sûriye-Tirkiyê jî eşekere kir, pêwendî di navbera saziyên ewlehiyê yên Rûsya, Îran, Tirkiye û Îranê de hene lê niha lidarxistina civînekê li ser asta wezîrên parastinê ne pêkan e.
Berpirsê rûsî da zanîn, niha di navbera nûnerên saziyên îstixbaratê yên Rûsya, Sûriye, Tirkiye û Îranê de têkilî hene û hîna zû ye behsa danûstandinan di navbera wezîrên parastinê yên her çar welatan de bê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin