Ji pênc welatan banga hevpar: Serê Xezzeyê rawestînin

13 August 2024 13:07 0 dîtin
Ji pênc welatan banga hevpar: Serê Xezzeyê rawestînin

PeyamaKurd - DYA, Brîtanya, Fransa, Almanya û Îtalyayê bi daxuyaniyeke hevpar daxwaz kirin ku tengijîna li Rojhilata Navîn bê kêmkirin û li Xezzeyê agirbest bê ragihandin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji bo kêmkirina tengijîna li Rojhilata Navîn û avakirina agirbesta li Xezzeyê, pênc welat bi tevahî piştgirî didin diyalogê.

Di daxuyaniya hevpar de wiha hate gotin: "Qetar, Misir û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji bo agirbestê û pevguhertina dîl û girtiyan hewl didin. Em piştgirî didin bangewaziya Serokê DYA Joe Biden, Serokê Misirê Sîsî û Mîrê Qeterê Şêx Temîm ku vê hefteyê danûstandinan ji nû ve didin destpêkirin da ku rêkeftina agirbestê di demeke zû de temam bibe. Em tekez dikin ku dem nemaye, divê hemû alî erkên xwe bi cih bînin.

Em pênc welat li hev dikin ku ji bo derengmayîneke din taqet tune ye. Ji bo rê lê girtina aloziyan em bi hemû aliyan re kar dikin û ji bilî dîtina rêya aramiyê, ji ti hewlekê nerazî ne. Divê êdî şer raweste û hemû dîlên ku di destê Hemasê de ne bêne serbest berdan. Pêdiviya gelê Xezeyê bi lezgînî bi hatin û belavkirina alîkariyê heye."