Ji Papayê Vatîkanê peyama sersaxiyê bo Suryaniyên Hemdaniyê
PeyamaKurd – Rêberê katolîkên cîhanê Papayê Vatîkanê, bi rêya Wezareta Derve ya Vatîkanê peyameke sersaxiyê ji bo malbatên qurbaniyên şewata hola dawetê ya Hemdaniyê pêşkeş kir.
Papa Francîs di peyama xwe de sersaxî da malbatên qurbaniyên bûyera li qezaya Hemdaniyê ya Nînowayê û hevsozî û piştevaniya xwe ji bo civaka Suryanîyan û qurbaniyên bûyerê nîşan da.
Herwiha Papa gotiye, di vê dema bi êş û azar de ew yekrêzî, dilovanî û aramiyê hêvî dike ji bo malbatên qurbaniyan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin