Ji partiyên Iraqê berteka bûyerên Kerkûkê: ‘Sivîlan nekin qurbaniyên nakokiyên siyasî'
PeyamaKurd – Piştî bûyerên doh 2yê Îlonê yên êrîşkirin û şehîdkirina xwepêşanderên Kurd li Kerkûkû, Partiya Teqedum û Hevpeymaniya Azim a Iraqê daxuyanîyên bo çareserkirina rewşa Kerkûkê belav kirin.
Partiya Teqedum a bi serokatiya Mihemed Helbûsî (Serokê Parlamentoya Iraqê) derbarê rewşa Kerkûkê de piştevaniya xwe bo pêngavên Serokwezîrê Iraqê ji bo parastina jiyana welatiyan û nehiştina aloziyan li Kerkûkê nîşan da û dubare kir ku ji bilî bazirganên krîzê, ti kes jê sûdê wernagire.
Partiya Teqedum da xuyakirin, ew pabend in bi hemû xalên pêkanîna hikûmeta Iraqê yên ku li Parlamentoya Iraqê deng li ser hatine dayîn û daxwaz ji hemû aliyan kir, ku rêzê li prensîpên pêkanîna hikûmetê bigirin.
Herwiha Hevpeymaniya Azim a bi serokatiya Xemîs Xencer jî bang li hemû aliyan kir ku bi giyanekî niştimanperwerî tevbigerin û xwe kontrol bikin, cihêrengiya Kerkûkê biparêzin û sivîlan nekin qurbaniyên nakokiyên siyasî.
Hêjayî gotinê ye, komên girêdayî Heşdî Şeibî bi piştgiriya îdareya xwesepandî ya Kerkûkê û partiyên şovenîst ên Ereb û Tirkmenan, rêya Kerkûk-Hewlêrê girtibûn ku welatiyên Kurd ji bo vekirina rêya sereke ya bi Hewlêrê re, xwepêşandan kirin ku li gorî zanyariyên dawî, di xwepêşandanê de 4 kes şehîd bûn û 12 kes jî birîndar bûn.
Herwiha bi dehan ciwanên Kurd li taxên Kurdan ên Kerkûkê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin. Piştî van bûyeran û fişara Kurdên Kerkûkê, îro rêya Kerkûk-Hewlêrê ji wan koman hate valakirin û ji nû ve vebû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin