Ji PDKê daxuyaniyek tund bo malpera YNKê: Wan hîn PDK nas nekiriye û ji dîrokê dersê nastînin

27 August 2024 16:24 0 dîtin
Ji PDKê daxuyaniyek tund bo malpera YNKê: Wan hîn PDK nas nekiriye û ji dîrokê dersê nastînin

PeyamaKurd - Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed, li ser îdiayên li ser Cîgirê Serokê PDKê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku li ser malpera fermî ya YNKê hatine weşandin, îro 27ê Tebaxê daxuyaniyek belav kir û ragihand, “Wan hîn PDK nas nekiriye û ji dîrokê ders wernagrin, gelek xewna wê dibînin ku PDKe jî weke xwe bikin, lê her wekî berê ku ew xewn û xeyala wan nehate cih, em wan piştrast dikin ku PDK û endamên PDKê  dê bi hêz û baweriya xwe ve wê xewn û xeyalê careke din bixin bin heriyê."

Berdevkê PDKê got: “Demeke beşek ji rêveber û çapemeniyên YNKê dûr ji prensîp û etîketên siyasî û li rewangeha rewşa navxwe ya YNKê bi xwe ve li partiya me dinêrin, em wek Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ji raya giştî û gelê Kurdistanê re dubare dikin ku nivîskar û alîgirên daxuyaniya YNKê li gorî rewşa nav xwe dixwazin, partiya me di nav tevlîheviya xwe de nîşan bidin.”

Mihemed diyar kir ku ew derdor “Li dijî cîgirê Serokê Partiya me û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistan birêz Mesrûr Barzanî, helwestên dijminatî, nefret, derew û nûçeyên bêbingeh belav dikin, ew derewa wan ya herî dawî jî, roja 26/8/2024, bû ku li ser malpera fermî ya YNKê daxuyaniyek bi navê çavkaniyek YNKê hatiye belavkirin e.”

Berdevkê PDKê diyar kir: “Em wek PDK ji raya giştî û gelê Kurdistanê re dubare dikin ku nivîskar û alîgirên daxuyaniya YNKê li gorî rewşa nav xwe dixwazin partiya me di nav tevlîheviya xwe de nîşan bidin, Partiya me xwediyê rêyeke rast û rêber û mercekî ye ku serok Mesûd Barzanî ye û em hemû şopdarên rêya Barzanî ne û di bin sîwana Serok Barzanî de ji bo yek armanc û yek rê tekoşînê dikin.”

‘Her êrîşa ser Mesûr Barzanî li dijî hemû endamên PDKê ye’

Mehmûd Mihemed da zanîn: “Xebat, helwest, nêrîn û siyaseta birêz Mesrûr Barzanî di hukimdarî û xebata siyasî de di çarçoveya bername û helwesta Partiya Demokrata Kurdistanê de ye, her êrîşek li ser kesayetiya Mesrûr Barzanî, êrîşa li dijî hemû endamên PDKê ye.”

Mehmûd Mihemed bibîr xist: “Wan hîn PDK nas nekiriye û ji dîrokê ders wernagrin, gelek xewna wê dibînin ku PDKe jî weke xwe bikin, lê her wekî berê ku ew xewn û xeyala wan nehate cih, em wan piştrast dikin ku PDK û endamên PDKê  dê bi hêz û baweriya xwe ve wê xewn û xeyalê careke din bixin bin heriyê. Partiya me bi hemû hêz, şiyan û girseya xwe piştgiriya rêheval Mesrûr Barzanî dike ku li ser hemû erkên xwe berdewam be.”