Ji Rêveberiya Rojava biryara mûçeyan: Wê li gorî nirxê dolarê Amerîkî bê dayîn

28 July 2023 17:54 0 dîtin
Ji Rêveberiya Rojava biryara mûçeyan: Wê li gorî nirxê dolarê Amerîkî bê dayîn

PeyamaKurd – Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê biryar da ku mûçeyê karmendan li şûna mûçeyê heyî yê dînarê Sûriyê, li gorî nirxê dolarê Amerîkî bê dayîn.

Li gorî biryarê dê mûçe li ser dînar bêne hesabkirin û li gorî nirxê berê yê dolarê Amerîkî li hember dînarê sûrî jî bên dayîn.

Li herêmên jêr kontrola Rêveberiya Xweser mûçe kêmîne 80 dolar dike û ji ber ku nirxê dînar bilez dikeve niha heta 40 dolarên amerîkî daketiye.

Li ser kêmbûna nirxê dînar, Rêveberiya Xweser ev biryar wergirtiye û dê êdî mûçe 80 dolar bê hesabkirin û wekî dînar jî bê dayîn.

Li Rojavayê Kurdistanê mûçeyê karmendan niha 520 hezar dînarê sûrî ye û yên herî zêde jî akademisyen distînin ku ew jî digihe 314 dolarên Amerîkî.