Ji Rûsya bo êrîsa Moskowê: Lêpirsîn didome li benda encamê bin

25 March 2024 17:38 0 dîtin
Ji Rûsya bo êrîsa Moskowê: Lêpirsîn didome li benda encamê bin

PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov, derbarê êrîşa 22yê Adarê ya ser eywanê konserê ya Crocus City Hall a Moskowê de bersiva pirsan da.

Peskov bêyî ku behsa DAIŞê bike got ku lêpirsîn dewam dike û hîn şîroveyeke temam li ser encamderên wê êrîşê nehatiye kirin.

Herwiha Peskov got ku ji ber hêzên ewlekariyê û rayedarên rûsî lêpirsînê didomînin, divê li benda agahdariya wan bimînin.

Hêjayî gotinê, di êrîşa Moskowê de nêzî 150 kes  hatibûn kuştin û 100 kes jî birîndar bûbûn. Rêxistina terorîst DAIŞê berpirsiya xwe ya êrîşê ragihandibû, lê Rûsyayê li delîlên ku tiliya Ukraynayê tê de hebe digeriya. Êrîşkarên hatibûn girtin jî piştî dadgehkirinê bo girtîgehê hatine şandin.