Ji Rûsyayê îdiaya amadekariya êrîsa nukleerî ji aliyê NATOyê ve

29 May 2024 19:16 0 dîtin
Ji Rûsyayê îdiaya amadekariya êrîsa nukleerî ji aliyê NATOyê ve

PeyamaKurd – Rûsyayê îdia kir ku NATO amadekariya êrîşa nukleerî li ser wê dike.

Rêbeberê Servîsa Parastina Sînor a di bin kontrola Ajansa Ewlekariya Navxweyî ya Rûsyayê de, General Vladîmîr Kulişov ragihand ku NATO çalakiyên xwe li nuqteyên nêzî sînorê welêt zêde kiriye.

Kulîşov herwiha îdia kir ku NATO di dewreyên perwerdeyê yên li nêzî sînor de xwe ji bo êrîşeke nukleerî amade dike.

Kulişov di hevpeyvîna xwe ya îro 29ê Gulanê ya ligel ajansa nûçeyan a dewleta Rûsyayê RIA Novostî de wiha gotiye: “NATO li herêmên ku bi Rûsyayê re hevsînor in, operasyonên îstîxbaratê zêde kir. Perwerdeya şer a welatên di îtîfaqê de jî hat xurtkirin. Ew li ser gelek senaryoyên şer dixebitin, di nav de êrîşa nukleerî ya li ser xaka me jî heye.”

Vladîmîr Kulişov diyar kir, li hemberî vê rewşê ji bo parastina sînoran û dabînkirina ewlehiyê gavên pêwîst wê bên avêtin.