Ji sêwirmendê Xamineyî: Daxuyaniya Trump û Çînê
PeyamaKurd – Elî Ekber Welayetî, Şêwirmendê Pêwendiyên Navdewletî yê Xamineyî, ji Balyozê Çînê li Têhranê Zong Pei Wu re got: Hilbijartina dubare ya Donald Trump wek Serokê Amerîkayê wê bandorê li siyaseta derve ya Îranê û pêwendiyên Îran û Çînê neke.
Ne diyar e ku Trump wê di serdema xwe ya duyemîn de çi têkiliyek bi Îranê re saz bike. Trump di dema kampanyaya hilbijartinê de di mîtîngekê de got ku ew dixwaze Îran bibe "welatekî pir serkeftî" lê ew "nikare bibe xwedî çekên nukleerî."
Şêwirmendê rêberê olî yê Îranê Elî Xamineyî Welayetî bi Zong re pêşhatên herî dawî yên navçeyî û navneteweyî nirxandin.
Welayetî di hevdîtina xwe ya digel Balyozê Çînê de got: “Serketina Trump di hilbijartinên serokomariya Amerîkayê de tu bandorê li siyaseta derve ya Komara Îslamî ya Îranê û bi taybet pêwendiyên wê bi Çînê re nake.”
Wî herwiha daxwaza xurtkirin û pêşxistina pêwendiyên navbera Pekînê û Têhranê kir ku peymana hevkariya stratejîk a 25 salan îmze kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin