Ji sedî 95ê amadekariyên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê temam bûn

03 October 2024 16:32 0 dîtin
Ji sedî 95ê amadekariyên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê temam bûn

PeyamaKurd - Serokê Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê Dadwer Omer Ehmed ragihand, ji sedî 95ê karên hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê temam bûne.

Serokê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Ehmed li ser amadekariyên dawî yên komîsyonê ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, kampanyaya hilbijartinê, şopandina pêvajoyê û çend mijarên din civîneke rojnamevanî li dar xist.

Dadwer Omer Ehmed eşkere kir, Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê ji sedî 95ê karên têkildarî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê temam kirine û ew amade ne hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê bi awayekî paqij û dadperwerane birêve bibin.

Ehmed got: “Hemû pêwîstiyên hilbijartinan hatine amadekirin û pisulayên dengdanê jî li ser ofîsên komîsyonê yên li parêzgehan û îdareyên serbixwe yên Herêma Kurdistanê hatine belavkirin.

Dadwer Ehmed bang li konsulxane û rêxistinên navxwe û biyanî kir, çavdêriya proseya hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê bikin. Herwiha diyar kir, heta niha 9 konsulxane, 8 rêxistinên navdewletî û hejmarek rêxistin û çavdêrên navxwe amadebûna xwe ji bo vê yekê nîşan dane.

Hêjayî gotinê ye, dengdana giştî ya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê 20ê Cotmehê û dengdana taybet a hêzên Pêşmerge û hêzên din ên ewlehiyê jî roja 18ê Cotmehê birêve diçe. 136 lîste û 1191 namzedên partiyan, serbixwe û kotayan ji bo 100 kursiyên parlamentoyê pêşbirkê dikin.