Ji Sekreterê NY Antonio Guterres bangewaziya Rojava
PeyamaKurd - Berdevkiya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres bi daxuyanîyeke nivîskî dîyar kir ku Guterres daxuyanîyên dawî yên amadekarniya êrîşa ser bakurê Sûrîyê (Rojavayê Kurdistanê) ji aliyê Tirkiyê ve bi endîşe dişopîne.
Di daxuyanîyê de hat gotin, Guterres bang li hemî alîyan dike ku bi awayekî aram û aştîyane tevbigerin.
Guterres daye zanîn ku divê sivîl werin parastin û rê li ber alîkarîyên bo sîvîlan neyê girtin.
Antonio Guterres herwiha dîyar kiriye ku ji bo çareserkirina krîza Sûrîyê, rêya mayînde peyvajoya sîyasî ya bi çavdêrîya NYê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin