Ji Serok Barzanî û Mesrûr Barzanî peyamên sersaxiyê

14 May 2024 18:03 0 dîtin
Ji Serok Barzanî û Mesrûr Barzanî peyamên sersaxiyê

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî, li ser qezaya rêya navbera Kelar-Kifriyê ku 4 xwendekarên keç can dan û 7 jî birîndar bûn, peymanên sersaxiyê belav kirin.

Serok Barzanî di peyama xwe de got:  “Bi navê Xudayê Mezin û Dilovan. Bi mixabiniyeke zêde ve min nûçeya diltezîn a wexerkirina hejmareke xwendekarên amadeyî û birîndarbûna hejmareke din a xwendekaran di rûdaneke trafîkê de li ser rêya Kifrî-Kelarê bihîst.

Ez serxweşiyê li malbat û kesûkarên qurbaniyên wê rûdana xembar dikim û xwe hevparê xema wan dizanim.

Ez daxwazê ji Xudayê mezin dikim ku şîfayeke bilez bide birîndaran û canê qurbaniyan jî bi behişta berîn şa bike.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî got: “Bi mixabinî ve min nûçeya wexerkirina hejmareke xwendekarên amadeyî û birîndarbûna hejmareke din a xwendekaran di rûdaneke trafîkê ya diltezîn de li ser rêya Kifrî-Kelarê bihîst û ez hevxemê wan im”.

Mesrûr Barzanî, ji malbatan re hevîya sebr û hedarê anî ziman û ji bo birîndaran jî silametiya bilez xwest.