Ji Serokwezîr Barzanî bangewaziya Covid-19: ‘Derzî bibin, Kurdistanê biparêzin’

05 December 2021 23:53 0 dîtin
Ji Serokwezîr Barzanî bangewaziya Covid-19: ‘Derzî bibin, Kurdistanê biparêzin’

PeyamaKurd – Serkowezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bangewazî li welatiyan kir ku derziya koronayê li xwe bidin.

Serokwezîr Barzanî li ser hesabê xwe yê medya civakî Twitterê peyamek li ser berdewama metirsiya Covid-19 belav kir û bangewazî li Kurdistaniyan kir derziya koronayê li xwe bidin û xwe ji vîrusê biparêzin.

Mesûr Barzanî bibîr xist ku welatî dikarin bê pere li nêzîkî 200 navendan derziya koronayê li xwe bidin û bang kir, “Derzî bibin, Kurdistanê biparêzin’.