Ji Serokwezîr Barzanî peyama pîrozbahiyê bo Nurî Malîkî
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta bidawîbûna kongreya Hizba Dewa ya Îslamî û dubare hilbijartina Nurî Malîkî weke Sekreterê Giştî peyama pîrozbahiyê pêşkeşî wî kir.
Di peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî tê gotin: “Bi minasebeta bi dawîbûna kongreya we û dubare hilbijardina cenabê te weke Sekreterê Giştî yê Hizba Dawa ya Îslamî pîrozbahiyê li we dikim. Hêvîdarim hilbijardina we bibe destpêka qonaxeka nû di warê peywendîyên ligel Herêma Kurdistanê ku niha rewşeka erenî heye.”
Di daxuyaniyê jî de Serokwezîr Mesrûr Barzanî hevî xwest ku Hizba Dewa bo başbûna peywendiyên Hewlêr û Bexdayê ji wê atmosfera erênî ya heyî îstîfade bike û bibe hokara geşepêdanê li seranserê Iraqê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin