Ji Serokwezîr Barzanî peyama serxsaxiyê bo helbestvanê navdar ê Iraqê

01 September 2023 17:23 0 dîtin
Ji Serokwezîr Barzanî peyama serxsaxiyê bo helbestvanê navdar ê Iraqê

PeyamaKurd -  Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 1ê Îlonê li ser wefata helbestvanê navdar ê Iraqê Kerîm Iraqî,  peyameke sersaxiyê belav kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Ez sersaxiyê li malbat û kesûkarên helbestvanê navdar ê Iraqê Kerîm Iraqî dikim û hevxemê wan im.”

Mesrûr Barzanî di peyamê de diyar kir: “Xwedayê mezin giyanê rehmetî bi bihiştê şad bike û sebr û aramiyê bide malbata cenabê wî û heval û nasên wî.”