Ji Serokwezîrê Yewnan peyama Tirkiyê: Em natirsin!

12 September 2024 17:59 0 dîtin
Ji Serokwezîrê Yewnan peyama Tirkiyê: Em natirsin!

PeyamaKurd - Serokwezîrê Yewnanistanê Kiryakos Miçotakis, bi îdiaya ku "bingeha revîzyonîzma Tirkiyeyê nehatiye guhertin" got: "Em ji kesî natirsin. Têkiliyên me yên tevlihev bi Tirkiyeyê re, me neçar dihêle ku em ji bo parastina xwe ji welatekî Ewropaya Navîn bêtir pere xerc bikin."

Serokwezîrê Yewnanistanê Kiryakos Miçotakis, derbarê rojevê de daxuyanî da.

Miçotakis diyar kir ku ji bo Yewnanistan her dem karibe serweriya xwe biparêze, divê li artêşê were veberhênan û got: "Çiqas Yewnanistan ji aliyê parastinê ve xurt be, ewqas bi ewlehî li ser maseyê gotûbêjê rûdine."

Miçotakis ku îdia dike "cewherê revîzyonîzma Tirkiyeyê nehatiye guhertin", ragihand ku "ji bernameya çekdariyê ya welat tu tavîz nayê dayîn."

Miçotakis wiha domand: "Em ji kesî natirsin. Têkiliyên me yên tevlihev bi Tirkiyeyê re, me neçar dihêle ku em ji bo parastina xwe ji welatekî Ewropaya Navîn bêtir pere xerc bikin."