Ji Sîstanî peyama xwepêsandanên Iraqê û metirsiya serê navxweyî
PeyamaKurd – Merciya bilind a şîeyan Ayetullah Elî Sîstanî li ser xwepêşandanan û rewşa Iraqê peyamek belav kir ku îro înê ji aliyê gotarbêjê Înê yê Kerbela û nûnerê Sîstanî Ehmed Safî ve hat xwendin.
Elî Sîstanî bal kişand ser ku xwîna hatiye rijandin a xwepêşanderan li gorî wan gelekî mezin e û pêwîste kar ji bo bidawîkirina kuştin û birîndarkirina xwepêşanderan bê kirin û rê neyê dayîn şerê navxweyî li Iraqê çêbibe.
Sîstanî daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir, êdî hêzên şerker ji bo bêdengkirina xwepêşanderan neşîne ser kolanan û yên gule berdane jî ceza bike.
Elî Sîstanî bi awayekî nezelal behsa kes û aliyên hewl didin xwepêşandanan ji bo berjewendiya xwe bikar bînin kir û wiha got:
“Mafê ti kes û aliyan tine ye dest deynin ser îradeya hemwelatiyan û nêrîna xwe li ser wan ferz bikin.’’

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin