Ji Timesê îdiaya Rêveberiya Rojava: PYD teklîf amade kiriye...
PeyamaKurd – Rojnameya îngiliz Timesê îdia kir, piştî ku leşkerên Amerîkî ji Sûriyê vekişin, Kurdên Rojava xwe amade dikin teklîfa xweseriya herêma Kurd li Serokê Sûriyê Beşar Esed bikin.
Li gor Timesê Kurd xwe amade dikin teklîfa herêmeke xweser a girêdayî dewleta Sûriyê pêşkeş bikin.
Times dibêje, "PYD piştî Amerîka vekişe bi hince dê rastî êrîşên Tirkiyê werin, serî li Moskowê daye bibe garantorê lihevkirineke navbera Kurdan û rêveberiya Şamê.”
Li gor Timesê Kurd amade ne xalên kontrolê yên sînoran radestî rejîma Sûriyê bikin û çaverê dikin herêmeke ji hêla têkiliyên derve bi hikûmeta Sûriyê ve girêdayî û ji hêla navxweyî ve jî rêveberiyeke Kurdî ya perwerdehî, asayîşa navxweyî û bacê xweser be ava bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin