Ji Wezareta Pêsmerge biryara bicihanîna qanûna xanenîsîniyê

10 January 2021 16:42 0 dîtin
Ji Wezareta Pêsmerge biryara bicihanîna qanûna xanenîsîniyê

PeyamaKurd – Berpirsê Karûbarên Xanenîşîniyê di Wezareta Pêşmerge de Serhed Naweranî ragihand, xanenişîniya pêşmergeyan li gorî qanûna çaksaziyê tê kirin û yên ku xizmet û temenê wan negihe asta qanûnî, nayên xanenişînkirin.

Serhed Naweranî got, li gorî qanûnên Kurdistanê ew pêşmergeyê/a ku bixwaze xanenişîn bibe divê temenê wî/wê ji 45 salan kêmtir nebe. Yên kêmendam jî divê rêjeya kêmendamiya wan %50 kêmtir nebe.

Serhed Naweranî da zanîn, divê her pêşmergeyek herî kêm 15 salan xizmet bike û 45 sal jî temen hebe, paşê dê were xanenişînkirin. Eger ev şert tê de nebin, nayên xanenişînkirin.

Berpirsê Wezareta Pêşmerge bibîr xist, xanenişîniya pêşmergeyan li gorî qanûna çaksaziyê tê kirin û di çarçoveya wê qanûnê de pêşmergeyên ku bi şiklekî ne qanûnî hatine xanenişînkirin, xanenişîniya wan tê betalkirin.