Ji wî welatî, banga NATOyê li Tirkiyeyê hat kirin!

22 June 2023 16:00 0 dîtin
Ji wî welatî, banga NATOyê li Tirkiyeyê hat kirin!

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz, ji bo qebûlkirina endamtiya Swêdê ya NATOyê, bang li Tirkiyeyê kir.

Li gorî hat ragihandin, Olaf Scholz di axaftina xwe ya li Parlamentoya Almanyayê de bang li Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan kir ku li dijî endambûna Swêdê ya ji bo NATOyê raweste.

Li gorî nûçeya DPAyê, Scholz got ku “Ez bi xurtî di wê baweriyê de me ku divê Swêd wekî hevalbendekî nû ligel Finlandiyayê li ser maseya lûtkeyê (Vilnius) rûne.”

Hat zanîn ku Scholz qala civîna sala borî ya NATOyê jî kir û ji Erdogan re got ku divê êdî rê li ber endametiyê veke û wiha got: "Çawa ku me hemûyan par li Madridê li hev kiribû, divê niha pêşî li endambûnê veke."

Scholz rahihand ku civîna bilind a NATOyê ya di tîrmehê de dê "sinyaleke xurt" ya biryardariya ku ji bo hevgirtina transatlantîk û ewlehiya hevpar rabe nîşan bide û got,

"Soza me ya alîkariya hev û din a di NATOyê, de bê rawestan û bêdawî dimîne."