Ji Xamaneyî banga pistgirîdana Pezeskiyan
PeyamaKurd - Rêberê Olî yê rejîma Îranê Ayetullah Alî Xamaneyî ji Parlamena Îranê xwest ku piştgiriyê bide hikûmeta ku wê Serokkomarê nû yê reformxwaz Mesûd Pezeşkiyan ve bê avakirin.
Hikûmeta Pezeşkiyan, di 28ê Tîrmehê de, piştî ku ji aliyê parlamena ku parastkar tê de serdest in piştgiriyê bistîne, wê dest bi kar bike.
Rêberê Olî yê Îranê Ayetullah Alî Xamaneyî di civîna ku Serokkomarê nû Pezeşkiyan, Serokê Parlamenta Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf û hin parlement tê de amade bûn de axivî.
"Serkeftina Serokomar û hikûmeta nû serkeftina me hemûyan e"
Xamineyî di axaftina xwe de ji parlamenê xwest ku piştgiriya hikûmeta ku wê ji aliyê Pezeşkiyan ve bê avakirin bike û wiha got: "Pêşniyara min a bihêz ew e ku parlamen bi hikûmeta nû re bi awayekî avaker tevbigere. Divê her kes ji bo pêkanîna erkên xwe yên li hember welat alîkariya Serokomar bike. Serkeftina Serokkomar û hikûmeta wî ya nû serkeftina me hemûyan e."
Xamineyî destnîşan kir ku divê di mijarên neteweyî de hemû aliyên siyasî yek deng bin û wiha got:"Di mijarên gring de divê yekdengiya welat bê bihîstin. Divê hikûmet, parlamen û rayedarên cuda heman tiştî bibêjin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin