Jimara kustiyên serê navbera Azerbeycan û Ermenistanê hat ragihandin: 99 kustî

13 September 2022 23:13 0 dîtin
Jimara kustiyên serê navbera Azerbeycan û Ermenistanê hat ragihandin: 99 kustî

PeyamaKurd – Şerê ku do di navbera Azerbeycan û Ermenistanê de destpêkir îro jî dewam kir. Di şer de ji aliyê Azerbeycanê 50 leşker û ji aliyê Ermenistanê 49 leşker hatin kuştin. Serokê Azerbeycanê Îlham Aliyev di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihand ku xwîna şehîdên wan li erdê nemaye.

Wezareta bergiriyê ya Azerbeycanê ragihand ku di şeva 12 ê êlûnê û siba 13 ê êlûnê de ji leşkerên Azerbeycanê 42 leşker û 8 parastvanên sînor bi temamî 50 leşkerên wan hatine kuştin. Wê navên leşkerên azeriyan yên kuştî dê paşî bê ragihandin.

Serokwezîrê Ermenistanê Paşinyan jî li ser mijarê bi Putin, Macron, Blinken û Charles Michel re di rêya telefonê de axifiye û ji wan re gotiye ku 49 leşkerên Ermenistanê hatine kuştin û dibe ev jimar zêdetir bibe.

Li gor ragihandina Azerbeycanê; îro serê siba siet di 09.00 an de agirbesekî di navbera her dû dewletan de hatiye ragihandin lê carna ji terefê Ermenistanê topan davêjin çeperên Azerbaycanê.