Jimara nexwesên rojane û yên halê wan giran zêde dibin
PeyamaKurd – Wezareta tenduristiyê ya Tirkiyê rewşa rojane ya Kovid-19 ê li Tirkiyê û Kurdistana Bakûr ragihand. Li gor ragihandina wezaretê jimara rojane ya nexweş ketine û nexweşên halê wan girane, li gor rojên berê zêdetir bûne. Rewşa Kovid-19 ê bi rêjeyên xwe ve wehaye:
15.565.409 test heya îro hatine kirin.
402.053 kes heya îro nexweş ketine.
11.145 nexweş heya îro wefat kirine.
3.095 nexweş bo îro halên wan girane.
344.613 nexweş heya îro baş bûne.
145.989 test îro hatine kirin.
2.693 test îro posîtîv derketine.
86 nexweş îro wefat kirine.
2.112 nexweş îro baş bûne.
%4.2 di nexweşan de zaturye heye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin