Jimara pêketiyên Kovid-19 ê zêde dibe
PeyamaKurd – Wezareta tenduristiyê ya Tirkiyê rewşa li Tirkiyê û Kurdistana Bakûr ya pandemyê bi tabloyekî rêjeyî belav kir. Li gor tabloyê her diçe jimara pêketiyan an ku jimara testên posîtîv her roj ji ya din zêdetir dibe. Îro jimara pêketiyên Kovid-19 ê 8.103 kesin. Jimara candayên rojane her diçe kêmtir dibe. Îro 103 nexweş ji ber pandemiyê wefat kirine. Rêjeya tabloyê ya îro wehaye:
20.755.784 test heya îro hatine kirin.
2.539.559 test heya îro posîtîv derketine.
26.900 nexweş heya îro wefat kirine.
1.310 nexweşên halgiran hene.
2.449.273 nexweş heya îro baş bûne.
139.378 test îro hatine kirin.
8.103 testên îro posîtîv derketine.
632 nexweşên îro hene.
103 nexweş îro wefat kirine.
8.567 nexweş îro baş bûne
%3.7 di nexweşan de satilcan heye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin