Jimarên merasima ser gora Qasimî guherîn: 103 mirî û 141 birîndar hene

03 January 2024 22:34 0 dîtin
Jimarên merasima ser gora Qasimî guherîn: 103 mirî û 141 birîndar hene

PeyamaKurd – Suleyman Qasimî yê ku li Bexdayê di êrîşa Amerîka de hatibû kuştin û ji Kirman a Îranê bû, di salvegera bîranîna mirina wî de dema xwestin herin ser gora wî, li ser rêya gora wî, bi 10 deqe navber du teqîn çêbûn. Di encamê de herî kêm 103 kes mirin û 141 kes bigrîndar bûn.

Hat ragihandin ku di bîranîna merasima Qasim Silêmanî de ku dema hat kuştin fermandarê hêzên Qudsê yê Îranê bû, xwestin di merasimekî wî bibîrbînin û ew her dû teqîn çêbûn. Teqemeniyan xistibûn nav 2 çenteyan û ji dûr de bi cîhazê teqandine.

Teqîn ketin pey kuştina cîgirê serokê buroya siyasî ya Hamasê Salih el-Aruri ku ji terefê artêşa Îsraîlê de li Beyrûdê pêk hatibû.

Serokê Îranê Îbrahîm Reîsî ragihand ku wê di wexteka kurt de êrîşkeran bibinin, wan ceza bikin û weha dewam kir:

“Îran di meydana şer de wê koka teror û şiddetê ji berê bêhtir ziwa bike.