Jina Kurd a ji Rojhilat li Fînlandiyayê di hilbijartinan de bû namzet

01 April 2023 10:05 0 dîtin
Jina Kurd a ji Rojhilat li Fînlandiyayê di hilbijartinan de bû namzet

PeyamaKurd – Di hilbijartinên giştî yên ku li Fînlandiyayê tên kirin de jina Kurd a bi eslê xwe Rojhilatî Seîda Sohrabî bû namzet.

Fînlandiya ji bo hilbijartinên giştî roja Yekşemê 2ê Nîsanê diçe ser sindoqan.

Keçeke Kurd a Rojhilatê Kurdistanê ku bi salan e li Fînlandiyayê dijî, niha ji bo bibe parlementer rikberiyê dike û ji bo razîkirina dengderan bo parlementoya wî welatî dest bi helmeta hilbijartinan kiriye.

Seîda Sohrabî eşkere kir, di derbarê kurdan de projeyek wê heye û got, "Min pêşniyara danîna navekî Kurdî li kolanekê kir. 8 kesan deng dan û îmze dan. Ji bo ku navê kolanekê bi Kurdî bê danîn, îmzeyên zêdetir hewce ne û ez di vî warî de karê xwe berdewam dikim."

Seîda Sohrabî wek namzeda 150emîn a Koalîsyona Neteweyî ya Fînlandiyayê ji bo herêma Helsînkî hat hilbijartin. Seida Sohrabî, ku berê di meclîsa bajêr de kar dikir, dibêje ew ê bi hemû hêza xwe li seranserê welêt bigerin da ku dengdêrên xwe razî bikin û bigihin encumenê.