John Bolton: “Mafê Îsraîlê ye ku êrîsî ser Sûriyê bike”
PeyamaKurd - Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî ya Amerîkayê John Bolton ragihand, ku Washington dê zextên herî tund li ser Îranê bisepîne.
John Bolton li Qudsê roja çarşemê di civîneke çapemeniyê de ragihand ku divê hêzên Îranê ji Sûriyê derkevin û eşkere kir ku ev mijar li gel Rûsya û bi Putin re gotûbêj kirine, herwiha careke din li ser vê mijarê dê biaxivin.
Bolton diyar kir ku guhertina rejîma Îranê, ne siyaseta Amerîkayê ye. Lê belê guvaşên herî tund dê li ser Tehranê bixin daku reftara xwe biguherîne û dest ji çekên atomî berde. Tiştê ku em dixwazin, guhertinên mezin e di reftarên rejîmê de.
Li ser mana hêzên Amerîkayê li Sûriyê, John Bolton ragihand ku mana hêzên wan ji bo têkbirina DAIŞê û rûbirûbûna gefên wê rêxistinê ye.
Bolton amaje bi wê yekê kir ku mafê rewa yê Îsraîlê heye ji bo berevaniya xwe êriş bike ser Sûriyê, herwiha hişyarî da Beşar Esed ku dema operasyona wan a ser parêzgeha Idlibê, bi tu awayî bikaranîna çekên kîmyayî nefikire.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin