John Kennedy bo Erdogan: Kurdên Sûriyê dostên me ne, wan rehet bihêlin

19 December 2024 17:23 0 dîtin
John Kennedy bo Erdogan: Kurdên Sûriyê dostên me ne, wan rehet bihêlin

PeyamaKurd – Senatorê Amerîkî yê Komariyan John Kennedy, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi sedema piştgiriya wî ya ji bo komên çekdar ên ku êrîşî Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) dikin rexne û hişyar kir.

Kennedy ji Serokomarê Tirkiyê Erdogan re got, “Tu ji kurdan nefret dikî, destê xwe durî wan bigre, Kurd miletekî cuda ne û dostên Amerîkayê ne.”

Kennedy diyar kir, “Îstixbarata me dibêji, Erdogan hewl dide Sûriyeyê dagir bike. Hewl nedin ku Sûriyê dagir bikin. Vê nekin. Kurd li bakur-rojhilatê Sûriyê miletekî aştîxwaz in. Ger hûn tayekî porê wan biqetînin, ez ê ji vê Kongreyê tiştekî bixwazim û dê sûda sizayan bo we nebe.”

Hêjayî gotinê ye, du roj berê jî senatorê Demokrat Chris Van Hollen û Senatorê Komarî Lindsey Graham, Tirkiye hişyar kiribûn û gotibûn, heger piştgiriya xwe ya ji bo komên çekdar bidomînin, dê sizayan li ser Tirkiyê bisepînin.