John Kirby: Her êrîseke Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê wê zerarê bigihîne xelkê sivîl

23 July 2022 14:33 0 dîtin
John Kirby: Her êrîseke Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê wê zerarê bigihîne xelkê sivîl

PeyamaKurd – Berdevkê Encûmena Ewlekariya Niştimanî ya Amerîkayê John Kirby ji rojnamevanan re bersiva pirsên rojnamevanan ya li ser gefên Tirkiyê ji bo pêkanîna operasyoneke leşkerî li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên Rêveberiya Xweser da û da zanîn: "Em derbarê gefên Tirkiyê de gelekî nîgeran in."

Li gor zanyariyan John Kirby li Koşka Spî diyar kir, her êrîşeke Tirkiyê li ser wan navçeyan wê zerarê bigihîne xelkê sivîl, herwiha bandorê li şerê wan ê dijî DAIŞê bike.

Herwiha Berdevkê Encûmena Ewlekariya Niştimanî ya Amerîkayê John Kirby eşkere kir: “Em derbarê gefên Tirkiyê de gelekî nîgeran in ji bo pêkanîna operasyoneke leşkerî li Bakurê Sûriyê, em bawer in ku operasyoneke wiha wê aramiyê têk bide û jiyana xelkê sivîl li wir bixe metirsiyê, herwiha gelekî zelal dibêjim ku şerê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê jî dixe metirsiyê.”