Kabîneya nû ya Fransayê hate eskere kirin: 39 wezîr hene
PeyamaKurd – Kabîneya nû ya Fransayê piştî nediyariya 2,5 mehan a piştî hilbijartinan hate avakirin.
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, beriya niha li şûna namzedên çepgiran ku di hilbijartinan de bi ser ketibûn, namzedê rastgiran Michel Barnier wek serokwezîr destnîşan kiribû.
Hate ragihandin ku Barnier, kabîneya hikûmeta Fransayê ya nû ku ji 39 wezîran pêk tê pêşkeş kiriye.
Koşka Elysee ragihand ku kabîne hatiye avakirin û Antoine Armand ê 33 salî wek wezîrê darayî û Jean-Noel Barrot wek wezîrê derve hatine diyarkirin. Herwiha Wezîrê Berevaniyê Sebastien Lecornu jî peywira xwe wê bidomîne.
Hêjayî gotinê ye, li dijî biryara Macron a hikûmeta rastgir, protesto jî berdewam dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin