Kalin: “Rûsya dibêje bila hevdîtinên heyetan temam bibin”
PeyamaKurd – Berdevkê serokkomariya Tirkiyê İbrahim Kalın li ser arîşeya navbera Rûysya-Ûkraynayê bi rojnamevanan re axifî û pirsên wan bersivand. Kalın li ser hevdîtina Putin-Zelenski weha got:
“Putin dibêje; bila heyetên hevdîtinan xebatên xwe temam bikin. Em ê bi Rûsya û Ûkrayna re hevdîtinên xwe yên nêz dewam bikin.
Wê kes vî şerî qezenc neke. Dinya nikare 2,3 şerê sar hilgire. Di serî de swerokkomarê me û temamê hevalên me dixebitin da şer biqede.
Wê di 22 yê adarê de serokkomarê Hollanda seredana welatê me bike. Roja çarşemê jî wê tevlî zîrwe ya NATO bibe. Wê li wê derê ji bo dawî anîna li şer rave bên kirin. Wê roja çarşemê tevlî zîrwa lîderên NATO yê bibe.
Wê serokkomarê me li wê derê têkiliyên duqolî û sêqolî bimeşîne. Lîder, ji bo li ser babetên stratejîk biaxifin, wê werin cem hev. Pêngavên ku li wê derê bên avêtin, wê seyra 10 salên dahatûyê biguhêre.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin