Kampa Holê dikele! Penaberekî Iraqî kustî hat dîtin

05 December 2019 16:06 0 dîtin
Kampa Holê dikele! Penaberekî Iraqî kustî hat dîtin

PeyamaKurd - Li kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê ku malbatên DAIŞê piranî tê de dimînin û demên dawî bûyerên kuştinê zêde bûne, îro Pêncşemê jî cenazeyê penaberekî iraqî yê bi navê Esed Elawî Medîd hat dîtin.

Li kampa Holê Hêzên Ewlekariyê penaberekî Iraqî yê bi navê Esed Elawî Medîd yê temenê wî 30 salî kuştî dîtin. Cenazeyê penaberê Iraqî li beşa 7emîn a kampê hatiye dîtin û hat zanîn ku penaberê Iraqî ji sîng û dilê xwe ve derbên kêrê xwarine.

Li gorî agahiyan, weke bûyerên kuştinê yên berê li Kampa Holê rû dabûn, jinên DAIŞî weke berpirsyar tên nîşandan.

Berpirsên Rojavayê Kurdistanê dibêjin, bi taybet piştî êrîşên artêşa Tirkiyê bi ser Rojavayê Kurdistanê de, li Kampa Holê bûyerên kuştinê zêde bûne û doh jî li kampê jinek ji aliyê jinên DAIŞî ve hatibû kuştin.

Li gorî amarên Rêveberiya Rojava li Kampa Holê ya ku li bajarê Hesekê ye, bêhtirî 70 hezar penaber û malbatên DAIŞîyan dimînin ku heta niha gelek caran ji bo rewşa kampê bang li civaka navdewletî hatiye kirin.