Kampa Holê | Jineke penaberên Iraqê kustî hat dîtin

31 May 2022 12:58 0 dîtin
Kampa Holê | Jineke penaberên Iraqê kustî hat dîtin

PeyamaKurd – Li Kampa Holê ya li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, carek din jineke ku penaberên Iraqê ye hat kuştin.

Li gor zanyariyan, li kampa Holê do li beşa 2yan a penaberên Iraqê de, cenazeyê jineke ku serê wê hatibû jêkirin hat dîtin.

Hat zanîn, li ser agahîyan hêzên ewlekariya kampê çûne cihê buyerê û cenazeyê jina ku hatiye kuştin dîtine, lê nayê zanîn ew jin kî ye.