Kanada ji bo Ûkraynayê baregeha xwe ya leskerî ji Kuweytê dibe Îngîltere

26 August 2022 01:09 0 dîtin
Kanada ji bo Ûkraynayê baregeha xwe ya leskerî ji Kuweytê dibe Îngîltere

PeyamaKurd – Serokerkanê Kanadayê general Wayne Eyre ji bo tv ya CBC yê ragihandiye ku baregeha xwe ya li Kuweytê dibe Îngîltere da karibe bêhtir ji nêz de alîkariya Ûkraynayê bike. Baregeha li Kuweytê destekê dide operasyonên li dijî terorê yên li Rojhilata Navîn û hem mîsyonên parastina Neteweyên Yekgirtî yên li Afrîkayê.

Kanada balafirên kargoyê yên C-130J yên ji bo Ûkraynayê sîlih û muhîmmat amade dike û yekîneyên destekên cîh neqlî Îngîltere dike. Muferezeyên hewayî yên C-130 piştî ku li Îskoçyayê hatin bicîhkirin, wê bêhtir ji bo karên Ûkraynayê bixebitin lê wê karên xwe yên berê jî bikin.

Serokerkanê Kanadayê Eyre dibêje balafirên kargoyan yên leşkerî, piştî krîza Ûkraynayê zêde dixebitin, alîkariyên mirovî, leşkerî û muhîmmat ên ku dişînin rojhilatê Awrûpayê, ji wê derê dikarin bişînin Ûkraynayê.

Li gor nûçeya CBC yê; yek balafira çavdêriyê ya leşkerî ya Kanadayê CP-140 Aurora, li ser Bakûrê Îngîltere û Atlantîka Bakûr dewriye digere.