Kanadayê ‘Xelata Servanê Pak’ a îsal da Mezlûm Ebdî
PeyamaKurd – Fermandatê Gişî yê HSDê Mezlûm Ebdî layîqî ‘Xelata Şervanê Pak’ ê salê hat dîtin û ji bo wergirtina xelatê bo Kandayê hat vexwendin
Wezareta Berevaniya Kanadayê, her sal bi navê ‘Xelata Şervanê Pak’ xelatekê dide wan kesan ku temenê xwe di şer de bo xizmeta mirovahiyê terxan kirine.
Wezaretê îsal ev xelat da Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlum Ebdî (Kobanî) û ji bo wergirtina xelatê ew vexwend Kanadayê.
Serokê Amerîkayê Donald Trump jî bi General Mezlûm Ebdî repeywendiyeke rasterast a telefonê danîbû û ew vexwendibû Amerîkayê.
Ji aliyê din ve, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji bo Mezlûm Ebdî gotibû ‘terorîst’ û bang li Amerîkayê kiribû ku wî radestî Tirkiyê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin