Karmendê Îstixbaratê: ‘Tenduristiya Pûtîn xirab dibe, nikare heta 3-6 mehan li ser kar bimîne’
PeyamaKurd – Karmendekî îstîxbarata Brîtanya yê berê Christopher Steele, ragihandiye ku rewşa tenduristiya Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji ber nexweşiyê ber xirabûnê ve diçe û heta 3-6 mehan wê nikaribe li ser kar bimîne.
Li gorî nûçeya Daily Starê, Steele gotiye ku wê di navbera 3 û 6 mehan de rewşa tenduristiya Pûtîn hîn xirabtir bibe û ji ber wê jî êdî dê nikaribe posta seroktiyê dewam bike.
Steele, agahiyên xwe spartine Saziya Îstixbarata Amerîka CIA û çavkaniyên îstixbarata Brîtanyayê û diyar kiriye, heger ew zanyarî rast bin wê Pûtîn bikeve rewşeke ku nikaribe li ser erka xwe bimîne û ji bo kesekî wekî wî otorîter dema nikaribe seroktiyê bike jî wê di nav gel de liv û tevger dest pê bike, ji vê piştrast im.
Li aliyê din Kremlîn jî hebûna pirsgirêkên tenduristiya Pûtîn red dike û dibêje, ti tiştekî Pûtîn di warê xirabûna tenduristiyê de nîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin