Karsaz û helbestvan Nezahat Baybasîn bi 4 pirtûkan ês û azara gelê Kurd aniye ziman
PeyamaKurd – Karsaza Kurd Nezahat Baybaşîn ji Licê ya Diyarbekirê ye û berpirsa kompaniyeke çêkirina dermanên bijîşkî ye, lê ew di heman demê de bi xebatên xwe yên wêjeya kurdî û helbestvaniya kurdî jî tê naskirin.
Baybaşîn heta niha 4 pirtûkên helbestan nivîsandine ku her yek ji wan êş û azar û serhatiyên gelê Kurd tîne ziman.
Nezahat Baybaşîn di helbestên xwe de êş û azara Kurdan li hemû beşên Kurdistanê bi hestên xwe yên çîrobêjiya helbestî tîne ziman ku her pirtûka wê jî xwedî taybetiyekê ye.
Baybaşîn ji Dengê Amerîka re axiviye û gotiye ku gava ew li ser pirtûkên xwe diaxive, hestê wê wiha diherike: Dîtin tiştê herî girîng e. Ew pêşî dibîne û dûre jî wan wek ristên helbestê li ser perên kaxizê dinivîse.
Baybaşîn li ser berhemeke xwe ya helbestê diyar kiriye, “Ez çûm Rojava û paşê jî min pirtûka xwe ya Rojava nivîsî” û dide zanîn, “Pêlav” dibe ku ji bo her kesî tiştekî nîşan bide, lê ji bo helbestvan Nezahat Baybaşîn wateyeke din a pêlavan heye û wê dike navê pirtûka xwe .
Nezahat Baybaşîn ‘Pêlav’ê wiha şîrove dike: “Piştî salên 1990 an li heremên Kurdan ji 5 hezara zêdetir gund hatin şewitandin an jî valakirin, bi hezaran kes hatin koçberkirin an jî windakirin.”
Di helbestên Nezahat Baybaşîn de ev mijar cihekî taybet digrin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin