Katalanya: “Bila cendirmeyên Îspanyolan ji welatê me herin”
PeyamaKurd- Parlementoya otonom ya Katalanyayê xwest ku yekîneyên cendirmeyên Îspanyolan ji Katalanyayê herin û daxwaza îstîfa temsîlkara Îspanyol ya li Katalanyayê kir. Di civîna parlementoya Katalanyayê de pirsgirêkên giştî hatin niqaşkirin û di encamê de biryarên ku destekê didin serxwebûna Katalanyayê hatin dayîn. Biryara qebûlkirina vekişîna yekîneyên cendirmeyan ji Kataanyayê ji aliyê sê partiyan de hat qebûlkirin ku di nav wan partiyan de parlementerên Yekîtiya bo Katalanyayê (JxCat), Çepên Komarî yên Katalanyayê (ERC) û Namzetiya Yekîtiya Gel (CUP) hebûn.
Parlamento daxwaza temsîlkara hukumeta Îspanyayê ya li Katalanyayê ya Teresa Cunillera yê xwest ku dev ji wezîfa xwe berde. Biryareka dinê ya ku di parlementoyê de hat qebûlkirin ew bû ku tê de îfadeya “bikaranîna dezge û saziyan bo komaleyatî, siyasî û bo parastina xelkê sîvîl dibe û bêîtaatiya sîvîl rêyeka rewaye” derbas dibe. Biryarên berê yên parlementoyê yên bo serxwebûnê bo Katalanyayê esasin û dezgeyên dewleta Îspanyayê û bi taybetî pêşniyarên antî-demokratîk yên Dadgeha Makezagonê û Dadgeha Bilind hatin redkirin.
Parlementoya Katalanyayê di şûna “referandûma serxwebûnê” de gotina “biryardayîna bo dahatûya xwe” bikaranî û belkî ev gotin bibe sedem ku efûya 12 siyasetmedarên Katalanî derê ku 3 kes ji wan di zîndanê de ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin